Çalakiya Sêmalka di roja 73’an de dewam dike

Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalka ya ji bo wergitina cenazeyên gerîla ku bi destê PDK’ê hatin şehîdkirin di roja 73’an didome.
Îro jî gelek kes tevlî çalakiyê bûn û bang li PDK’ê kirin.

Îro endamên Komîteya Xizmetên Civakî û Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê serdana çalakgeran kirin.

Çalakgeran nerazîbûneke tund nîşanî helwesta PDK’ê ya girtina deriyê sînor dan.

Hevserokê Midûriyeta Karên Koçberiyê ya Komîteya Civakî Feyrûşah Remedan daxuyanî da
û got:

“Em dixwazin ku cenazeyên şehîdên me radestî malbatan bikin.”

Feyrûşah Remedan îşaret bi girtina Deriyê Sînor kir û got:

“Gelê me li vê derê bi rojane li benda wergirtina cenazeyên şehîdan e, lê PDK’ê deriyê sînor girt.”

Feyrûşah bang li gelê Başûr û tevahî gelê Kurdistanê kir ku bibin yek û li ber polîtîkayên qirêj ên PDK’ê rabin.

Back to top button