Yekitiya hunermendan ya bajarê Helebê li taxa Şêxmeqsûd pêşangehek wêneyan vekir.
Pêşangeh li navenda yekitiya hunermendan a li taxa Şêx Meqsûd Şerqî bi tevlibûna bi dehan endamên sazî, dezgehên sivîl û endamên yekitiya hunermendan hat vekirin.
Zêdetirî 70 tablo di vê pêşangehê de hene.
15 hunermend ên ji hemû pêkhateyan Kurd, Ereb, Xirîstiyan û Ermen, bi berheman cihê xwe di pêşengehê de digrin.
Amûrên ji text û morîkan bi destên wan hatine çêkirin di vê pêşangehê de hat pêşkêşkirin.
Endama yekitiya hunermendan Nisrîn Sebrî û Rêveberiya Yekitiya Hunermendan Yara Hisko di heman deme de jî şêwekarek e û bi tabloyên xwe beşdarî pêşangehê bûne, keyfxweşiya xwe anîn ziman û gotin;
Armanca me ew e ku em fikir û hestên xwe bi riya tabloyên xwe bighînin hekesî.



