PDK hêzêkî mezin şand qadên gerîla

PDK a ku bi her awayî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan rewa dike, dîsa li dijî hêzên gerîla ketiye nava liv û tevgerê.
PDK hêzêke din şand qadên Çarçêla û Hekarî yên bi ser Metîna ku di bin kontrola gerîla de ne û çeperan lê ava dike.

Li gorî dîmenên ku Rojnewsê weşandine, ji aliyê PDK’ê ve sewqiyata leşkerî ya ber bi girên Çarçêla û Hekarî yên Metîna ve destpêkiriye.

Herwiha çeperek mezin û bi hêz çêkirine û li herêmên asê ji bo vekirina rê, bi dehan makîne kar dikin.

Ya balkêş ew e, sewqiyata leşkerî ya PDK’ê ya ber bi Herêmên Parastina Medyayê û êrişên DAIŞ’ê yên li ser hêzên pêşmerge di heman demê de ne.

Ew herêmên ku PDK hêzên çekdar dişîne, û ji bo wê rê çêdike, girên Çarçela û Hekarî yên Metîna ne ku di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk de di roja 5’ê Hezîranê de 5 pêşmergeyên PDK’ê di wesayîtekê de jiyana xwe ji dest dan.

Ji bo çêkirina çeperên pêşmergeyan bûdçe nîne, lê li dijî gerîla bûdçeyek mezin tê xerckirin

Têkildarî liv û tevgera PDK’ê ya li qadên gerîla, Fermandarên pêşmergeyan diyar dikin ku ji bo çêkirina çeper û pêwîstiyên pêşmergeyan bûdceya pêwîst nîne, lê ji bo vekirina riyên ber bi qadên gerîla ve ku gelek asêne bûdceyek zêde xerc dikin û gelek çeperên qayîm çêdikin.

Hejayî bi bîr xistinê ye ku beriya niha, ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê gelek pêşmerge û welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn.

Welatiyên herêmê jî sedema vê yekê, wek ji ber hikûmeta Başûr çeperên peşmergeyan yên li beramberî çeteyên DAIŞ’ê xurt çênekirine destnîşan kiribûn.

Hikumeta herêmê jî ragihandibû ku bûtçeya heyî têra çekirina çeperan nake.

Back to top button