Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbatên şehîd îbrahîm û misfefa re xwestin

Îro şêniyên bajarê Qamişlo berê xwe dan konê şehîd Îbrahîm Mihmê û Mistefa Mihemed, sersaxî ji malbatên herdû şehîdan re xwestin û soza mezinkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan da.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo serxaxî ji malbata şehîd Îbrahîm Mihmê û Mistefa Mihemed re xwestin.

Merasîma sersaxiyê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat lidarxistin.

Di bin konê sersaxiyê de, li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Qamişlo û TEV-DEM’ê axaftin hat kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên herdû şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Back to top button