Qanûna cezayan a giştî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji aliyê Rêveberiya Xweser û Meclisên Qanûnsaz ve, tê nîqaşkirin. Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ji 342 madeyên qanûna cezayan a giştî, 100 made erê kirin.
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser bi beşdariya endamên meclisê, meclisên qanûnsaz ên 7 rêveberiyên sivîl ên demokratîk û nûnerên Meclisa Edaleta Civakî li Reqayê civîna xwe ya 72’an li dar xist.
Di civînê de hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Ferîd Etê axivî û got:
“Desteya Edaleta Civakî ev qanûn pêşniyar kiriye.
Qanûn ji 342 madeyên têkildarî cezayên giştî, sûc, kuştin, destavêtin û sûcên darayî pêk tê.”
Piştî nîqaşan, beşdaran ji 342 madeyan 100 made erê kirin.
Çav li rê ye ku di civînên bê de, erêkirina bendan dewam bike.