Li ser erdhejên li Bakûrê Kurdistanê re 2 meh derbas dibin

Erdhejên ku navenda wan Bazarcix û Elbistan bûn û rê li ber karesatek mezin vekir, du meh li pey xwe hişt. Tevî ku dewletê û saziyên xwe alîkarî nekirin jî lê dilxwazan bi torên piştevaniyê hewl da birînên xelkê bipêçe û ev piştevanî didome.

Di ser erdhejên ku navenda wan navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn re 2 meh derbas bûn.

Erdhejê li bajarên rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî rê li ber karesatê vekir.

50 Hezar ê 399 welatiyan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daneyên herî dawî hatin eşkerekirin, li Bakurê kurdistanê û Tirkiyê 50 hezar û 399 mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha ji ber erdhejê bi hezaran avahî hilweşiyan. Bi milyonan mirov li derve man.

227 Hezar 27 avahî li ber hilweşandinê ne

Li gorî daneyên dawî ku Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum parve kir, lêkolîn li ser milyonek û 728 avahî hatine kirin, 227 hezar û 27 avahî li ber hilweşandinê ne, divê bilez bên hilweşandin û xesara giran dîtine.

Berteka gel a li dijî xemsariya dewletê didome

Piştî erdhejê yekser berteka herî mezin a gel li dijî bêkoordînasyona saziyên dewletê bû.

Di sê rojên ewil ên erdhejê de gelek saziyên dewletê bi taybetî AFAD, Kizilay û artêşê neçûn hawara gel û dest bi tu xebatê nekirin.

Di encamê de bi hezaran kes li ber sermayê qerisîn û canê xwe ji dest dan.

Mexdûrên erdhejê yên ji mirinê filitîn jî bi mexdûriyetên cuda re rûbirû man.

Saziya Kizilayê ku saziya fermî ya dewletê ye li şûna di heman kêliyê de konan li xelkê belav bike û birînên xelkê bipêçe, konên di destê xwe de firot.

Li ser vê rewşa giran dewleta Tirk vê carê ji bo 3 mehan Rewşa Awarte (OHAL) îlan kirin.

Piştî Rewşa Awarte yekser nûçeyên îşkence û muameleya xerab ji bajarên erdhejê hatin.

Penaberên ji Sûriyeyê hedef hatin nîşandan û yên bi dilxwazên alikariyê bi êşkenceyê re rûbirû man.

Tevî 2 meh di ser erdhejê re berbas bûye pêwistiya gel nehatiya bicihanîn

Tevî ku 2 meh di ser erdhejê re derbas bûye jî, hê jî pêwîstiya gel a ji bo konan nehatiye bicihanîn.

Li 11 bajaran bi giştî 637 hezar û 222 beşên serbixwe hatin hilweşandin, hejmara konên hatin belavkirin jî 411 hezar e.

Bi erdhejê re pêla koçberiyê jî dest pê kir.

Li herêma erdhejê ku 13 milyon û nîv kes lê dijiyan beşek ji koçî bajarên cuda kirin.

2 Mîlyon û 700 kes ji neçarî koç kirin

Li gorî daneyên Nûnera Tirkiyê ya Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Louisa Vinton eşkere kir, 2 milyon û 700 hezar kes ji herêma erdhejê koç kirine.

Meha 2. a erdhejê: Dewlet li pey astengiyê, dilxwaz li pey piştevaniyê ne

Tevî ku dewletê û saziyên xwe alîkarî nekirin jî lê dilxwazan bi torên piştevaniyê hewl da birînên xelkê bipêçe.

Ev piştevaniya bi di pêşengtiya partî,sazî û rêxistinên demokratîk û civakî de heta îro jî didome.

Li Bakurê Kurdistan û Sûriyê bi pileya 7.4 erd hejiya

Back to top button