Berdevkê NY Dujarric: Eger agirbest li Lîbyayê pêk hat, em ê şandeyeke çavdêriyê bişînin

Piştî danûstandinên çareseriyê yên li Moskovayê, NY difikire şandeyeke çavdêriyê ji bo agirbestê bişîne Lîbyayê. 

Berdevkê NY Stéphane Dujarric ragihand ku, eger li Libyayê agirbest pêk hat, êdî pêwîstî bi “çavdêriyeke bêalî” heye û li ser vê difikirin.

Berdevkê NY got, “Şandeya NY ya berê li Lîbyayê, ji bo herdu aliyan dest bi qeydkirina binpêkirinên agirbestê kiriye.”

Moskovayê duh jî beyî hebûna NY’ê bi amadebûna herdu aliyên şer ên Lîbyayê û nûnerên ji Tirkiyê danûstandinên çarerseriyê dabûn destpêkirin.

Di hevdîtinan de serokê hikumeta Wîfaqê el-Serac agirbest erê kir, lê li gorî wezareta derve ya Rûsyayê, fermandarê artêşa Lîbya Xelîfe Hefter bêyî agirbestê îmze bike, ji Moskovayê derket.

HIKUMETA DEMKÎ YA LÎBYAYÊ:
DIVÊ KOMÊN WÎFAQÊ ÇEK DEYNIN Û ARTÊŞ BI AŞTIYANE DERBASÎ TERABLUSÊ BIBE

Piştî van danûstandinên têkçûyî, Wezareta derve ya hikumeta demkî banga derketina komên Wîfaqê ji paytext Terablusê kir.

Wezaretê got:

“Divê çekdar û komên çete, çekên xwe deynin û rê bidin artêşa niştimanî da ku bi awayekî aştiyane derbasî Terablusê bibin.

Ji bo vê mijarê jî, em bang li civaka navdewletî dikin ku rola xwe bilîze.”

Leave a Reply

Back to top button