Nedîm Seven: CPT’ê ti agahiyek neda

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven diyar kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan ê AKP’yî bi awayekî ‘qaçax’ dikeve hilbijartinê û divê hemû derdorên demokratîk bibin xwedî helwesteke ku rê li ber her cure yekîtî, tifaq û hevgirtinê vedike.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven têkildarî rojevên heyî ji ANF’ê re axivî

Nedîm Seven ewil bal kişande ser tecrîda girankirî a li dijî Rêber Apo û wiha got:

“Ev pergala êşkenceya Îmraliyê ku ketiye sala xwe ya 25’an, bi rastî veguherî qada berxwedan û têkoşînê.

Ev sîstem bi komployeke mezin derket holê.

Hêzên navneteweyî pergala îşkenceya Îmraliyê bi awayekî pir plankirî û bi rêxistin kirin.

Seven li ser agahi nedayîna CPT’î jî ev tişt got;

”CPT’ê daxuyaniyeke xurt neda. Di rapora xwe ya dawîn de nirxandinên wekî ‘Em çûn serdana Îmraliyê’ hate kirin.

Rewşa tenduristiya Rêber Apo çawa ye? Şert çi ne?

Di van mijaran de çi diqewime? Agahiya tu kesî ji van tiştan tune.'”

Nedîm Seven: Wê lîstikên AKP-MHP’ê bi dawî bibin

Nedîm Seven bi bîr xist ku li Tirkiyê pêvajoyeke hilbijartinê heye û wiha dewam kir,

“Gelê Kurdistanê û dostên gelê Kurd, welatparêzên têkoşer, hevrêyên demokrat û şoreşger bi awayekî zelal helwesta xwe nîşan dan.

Ev pêvajoya hilbijartinê li ser esasê dewamkirina vê desthilatdariya faşîst bi komplo, û lîstikên curbecur ji aliyê AKP-MHP’ê ve tê xwestin ku bi dawî bibe.”

Nedîm Seven: Em bi berxwedanê dikevin sedsaleke nû

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven li ser peymana Lozanê jî nirxandin kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Kurdistan bi awayekî fermî di navbera çar dewletên dagirker de hat parvekirin û Kurdistan ji îstismarkirina van dewletên dagirker re ma û em bi çandeke mezin a berxwedanê ya ku vê çarçoveya qanûnî dişkîne dikevin sedsaleke nû.”

Back to top button