Mam Bedel: Divê civaka Êzidî bibin yek û hesap ji xayinan bixwazin

Yek ji oldarên Êzidiyan Mam Bedel destnîşan kir ku ola Êzidiyan xiyanetê qebûl nake û got:
”Her kesekî xiyanetê bike ji Êzidiyatiyê derdikeve wê hesabê îxaneta xwe giran bide.”

Êrişên dewleta Tirkiyê a dagirker ên li ser Şengalê berdewam dike.

Hêrsa civaka Êzidî li hemberî dagirker û xiyanetkaran zêde dibe.

Mam Bedel, yek ji oldarên civaka Êzidî li hemberî êrîşên dewleta Tirkiyê a dagirker banga yekîtiyê li civaka Êzidî kir.

Mam Bedel bibîr xist ku dewleta Tirkiyê ji dema Osmaniyan heya roja me bi sedan salane ku li dijî Êzidiyan fermanan pêk tin e.

Dewleta Tirkiyê a zilmkar çi ji destê wê bê ji bo tunekirine me dike.

Hin kes dibin sedem ku ev êriş pêk bên û xiyanetkarên ku dixwazin derbê li civaka me bixin
wê hesap ji wan bên xwestin.

Ji bo parastina vê axê jî em bang li tevahiya Êzidiyan dikin ku bibin yek dest.

Back to top button