Zekî Şengalî: Hemû gelê Kurd di nava tecrîdê de ye

Ji Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ Zekî Şengalî li ser tecrîda giran kirî ya li ser Rêber Apo nirxand û got:
“Tecrîd asta tehemulê derbas kiriye, divê gelê Şengalê bi tevahî hezên xwe tevlî hemleya, Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî ji Şengalê re xweserî, bibin.”

Ev nezî sê salin tecrîda girankirî li dijî Rêber Apo bi hemû tundiya xwe berdewam dike.

Nerazîbuna tecrîdê him li Kurdistanê him jî derveyî Kurdistanê bi çalakiyên cur be cur xwe dan nîşan dan.

Ji Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Zekî Şengalî li ser tecrîda giran kirî ya li ser Rêber Apo nirxand û got:

“Tecrîd asta tehemulê derbas kiriye, divê gelê Şengalê bi tevahî hezên xwe tevlî hemleya, Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî ji Şengalê re xweserî, bibin.”

Zekî Şengalî: Dengê tevahî gelê Kurdistan û gelên bindest dixwazin qut bikin

Fermandarê YBŞ’ê Zekî Şengalî armanca tecrîdê nirxand û bi van gotinan berdewam kir;

“Rêber Apo ne tenê şexseke, temsîliyeta gelekî dike.

Tecrîda ku li ser tê ferz kirin ji bo tevahî gelê Kurdistan û gelê azadîxwaze.

Hemû gelê kurd dinava tecrîtê de ye. Civaka Êzidî jî di nav vê tecrîdê de ye.”

Zekî Şengalî: Tecrîd îradeya gelê Êzidî di aliyê sîyasî û leşkerî de eleqedar dike

Fermandar Zekî Şengalî, tekîliya tecrîd û bandora wê ya li ser Şengalê bi van gotinan nirxand;

“Îro tecrîd gihiştiye astekî ku êdî nayê tehemilkirin.

Tecrîd çima me bandor dike; yê ku Şengal ji mirinê, ji qetlîamê xelas kir şagirtên Rêber Apo bûn.

Eger em roja îro ji bo Rêber Apo di axivin û em dibêjin ev tecrîd ji bo me girane,

ev tecrîd ji bo me bindest kirina fikrê me ya siyasî û leşkerî ye, ev bi saya Rêber Apo ve pêk hat.

Tecrîd, îradeya gelê Êzidî di aliyê siyasî û leşkerî de eleqedar dike.”

Zekî Şengalî: Li hembrî tecrîdê divê gelê me serî hilde

Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê Zekî Şengalî herî dawî ew bang li gêlê Ezidî kir û got:

“Pêwîste roja îro gelê Êzidî bi dengekî bilind tevlî hemleya, ‘Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî, ji pisgirêka kurd re çareserî ya sîyasî’ bibin.

Em di wê baweryê dene ku gelê me, ciwan, dayik û jinên berxwedêr xebatê xwe pêş bixin.

Tevahî gelê me, dayik, jin, ciwan rabin ser xwe û li beramberê vê tecrîdê serî hildin!”

Back to top button