Gundê Şealê û Şêx Îsa yên Şehbayê hatin topbaran kirin

Li Şehbayê dewleta tirk gundên Şealê û Şêx Îsa û Til Rifetê bi dijwarî topbaran kirin û di encama êrişa li ser Til Rifetê zarokek birîndar bû .Hemwextî van êrişan kampa Efrînê ya girêdayî navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê jî topbaran kir.

Ev dîmenên topbarana Artêşa Tirk li dijî gundên Şehbayê ne..

Di derengiya şevê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şealê û Şêx Îsa yên kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin .

Ne tenê ev bi mûşek û topan derdora kampa Efrînê ya girêdayî navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê ku tê de bi sedan koçberên Efrînê hene topbaran kir.

Li Til Rifetê zarokek din birîndar bû

Ji hêleke din dagirkeran bajarokê Til Rifetê, gundên Til Cibirîn, Semoqa û Bendava Şehbayê topabarn kir.

Di encama êrişa li ser Til Rifetê de zorokek din jî birîndar bû.

Di êrişa vê dawiyê ya artêşa Tirk a dagirker a li ser navçeya Til Rifetê ya Şehbayê zaroka bi navê Zîlan Arîf a 7 sal birîndar bû.

Zîlan ji koçberên kantona Efrînê ye.

Di êrişên duh piştî nîvro ya li ser heman navçeyê de jî 5 welatî di nav de 4 zarok birîndar bi bûn.

Back to top button