Putin patriotan weke astengî nabîne

Serokê Rûsyayê Putin got;
Moşekên Patriot ên Ukrayna ji Amerîka kirî kevn in û ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Moskow û Kîev de têrê nakin.
Amerîka li pêşberî daxuyaniyên Putin biguman e.

Piştî serdana Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky ya ji bo Amerîka, çav vegeriyan li ser Moskowê.

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin têkildarî mijarê ji rojnamevanan re axivî.

Putin îşaret bi Sîstema Parastina Asmanî ya Patriotan ku Ukrayna ji Amerîka kiriyî kir û got:

Ev sîstem gelekî kevn e.

Moskova wê ji bo derbaskirina vê sîstemê çareyekê bibîne.

Putin her wiha diyar kir ku Rûsya dixwaze şerê bi Ukraynayê re bi dawî bike û ev yek bêguman bi rêyên dîplomatîk pêk tê.

Putin îdia kir ku armanca wan ne zivirîna çerxa şerê leşkerî ye, berovajî wê qedandina vî şerî ye.

Amerîka li pêşberî daxuyaniyên Putin biguman e

Lê belê ev nirxandin ji aliyê Amerîkayê ve rastî nerazîbûnan ​​hatin.

Berdevkê Koşka Spî John Kirby got,

Putin ji bo bidawîkirina şer ti nişane diyar nekiriye.

Kirby ji rojnamevanan re got:

“Her tiştê ku ew (Putin) li bejahî û hewayê dike nîşan dide zilamek ku dixwaze tundiyê li ser gelê Ukraynayê bidomîne û şer gurtir bike ye.”

Dema ku Moskow dubare dike ku ew ji danûstandinan re amade ne, Ukrayna û hevalbendên wê vê yekê wekî taktîka bo bidestxistina demê dibînin.

Serdana Zelenky a bo Amarîka

Ji aliyê din ve Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky piştî serdana xwe ya Amerîkayê vegeriya welatê xwe.

Zelensky ku ji destpêka şer ve cara yekeme derket derveyî welat li Washingtonê bi Serokê Amerîka Joe Biden re civiya.

Piştre Zelensky li Kongreya DYAyê axivî û daxwaza piştevaniyek zêdetir bû welatê xwe kir.

Lîderê Ukraynayê bi rêya tevna civakî daxuyanî da û got,

“Em bi encamên baş ji Washingtonê vedigerin.

Bi tiştekî ku wê bi rastî bi kêr bê.”

Putin beriya niha gotibû cezayên li dijî Rûsyayê dê bi ser nekeve û alîkariya çekan a ji welatên rojavayî tenê wê şer dirêj bike.

Kremlîn: Patriot wê nekare rê li armancên me bigre

Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov diyar kir ku radestkirina pergalên Patriot bo Ukraynayê ji bo lihevkirinê ne bi fêde ye û got,

“Ev rewş nikare rê li ber Rûsyayê bigire ku di operasyona leşkerî ya taybet de negihêje armancên xwe.”

Back to top button