Li Efxanistan xwendina jinan a zanîngehê hat qedexekirin

Hikumeta Talîbanê bersiva da bertekên li dijî biryara wan a qedexekirina jinan bû Zanîngehê û got:
Nabe destwerdan di karê me yê navxweyî de were kirin.

Talîbana ku xwendina zanîngehê li jinan qedexe dike, hişyarî da welatên ku ev biryar rexne dikin.

Hikumeta Talîbanê vê yekê weke destwerdana karûbarên navxweyî yên welat dibîne.

Wezîra Xwendina Bilind Nîda Muhammed Nedîm ku cara yekem têkildarî qedexeyê daxuyanî da, biryar parast.

Nedîm ji televîzyona dewletê ya Efxanistanê re axivî û destnîşan kir ku ji bo xwendekarên jin û xurt bi hev re nekevin têkiliyê, divê qedexeyek wiha were danîn.

Ji Talîbanê bersiva qedexeyê: Mîna biçin dawetê cilan li xwe dikin

Nedîm da zanîn ku xwendekarên jin li gorî cil û bergên ku ji aliyê wezaretê ve hatiye diyarkirin tevnagerin û wiha got:

“Mixabin di 14 mehên borî de fermana Wezareta Xwendina Bilind a Îslamî ya derbarê perwerdeya jinan de cih negirtiye. ”

Nedîm piştre wiha li axavtina xwe zêde kir:

“Me ji keçan re got, li gorî rêgezan hicabê li xwe bikin, lê wan nekir.

Weke ku diçin dawetekê li xwe dikirin.”

Nedîm îdia kir ku hin ders û qurs ji jinan re ne guncaw in û ev tişt anî ziman:

“Hinek warên wekî çandinî û endezyariyê ne ji bo rûmeta jinan, ne jî ji bo çanda Efxanistanê neguncaw in.”

Wezîra Afganî îşaret bi wê yekê jî kir ku dema ev pirsgirêk bên çareserkirin, dibe di paşerojê de qedexeya zanîngehên jinan ji nûve were paşdexistin.

Talîban: Nabe destwerdan li karên me yên navxweyî were kirin

Li gorî ajansa Associated Press, Nedîm her wiha bersiv da bertekên gelek welatên weke Erebistana Siûdî û Qeterê jî di nav de.

Nedîm got,

Bila biyanî destwerdana karên navxweyî yên welat berdin.

Nedîm ku berê fermandarê leşkerî, midûrê polîsan û walî bû, di Cotmeha borî de wek Wezîrê Xwendina Bilind hatibû erkdarkirin.

Nedîm bi hinceta ku hem li dijî nirxên îslamî hem jî li dijî çanda Efxanistanê ye, li dijî xwendina jinan derdikeve.

Talîbana ku ji Tebaxa 2021’an ve li welat desthilatdar e, bi biryarekê xwendina jinan a zanîngehê qedexe kiribû.

Back to top button