HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirke ji bejahî û hewayî ve jî 85 caran êrîş kir.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên ser Qadên Berxwedanê de wiha ye:
8’ê Nîsanê li herêma Zapê artêşa Tirk a dagirker êrîş bir ser çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê.
Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan û 2 caran şer qewimî.
Di heman demê de çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
Di 7’ê Nîsanê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
Li Metînayê jî çeperên me yên berxwedanê 83 caran bi helîkopterên , obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.