Çavdêriya Sûrî: 36 çeteyên li Sûriyê li Qerebaxê hatine kuştin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan got, di du rojan de li Qerebaxê 36 çeteyên Sûrî hatine kuştin.

Dewleta Tirk ya dagirker jî ku piştgiriya Azerbeycanê dike ji bo şerê li dijî Ermenîstanê heta niha bi sedan çeteyên xwe yên li herêmên dagirkirî yên Bakurê Sûriyê şandine Azerbeycanê.

Li gorî daxuyaniyan heta niha gelek çete di şerê li Qerebaxê de hatine kuştin û birîndar bûne.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û diyar kir di şerê 48 saetên dawî de 36 çeteyên dewleta Tirk di şerê li Qerebaxê de hatine kuştin.

Çavdêriyê da xuyakirin ku piraniya çeteyên kuştî, Tirkmenên bakurê Helebê yên girêdayî komên Tirkiyê ne.

Back to top button