Li herêmên hikûmeta Şamê 40 kesên din bi vîrûsê ketin

Li herêmên Hikûmeta Şamê 40 kesên din bi vîrûsê ketin û 1 kes jî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 24 saetên dawî de, 40 kesên din bi nexweşiya coronayê ketine û 1 kes jî jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê eşkere kir ku 13 kesên din jî baş bûne.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, heya niha jimara nexweşên Corona li seranserî herêmên hikûmeta Şamê gihaşt 4 hezar û 329 kesî, ji wan hezar û 143 kes baş bûne û 204 kes jî mirine.

Back to top button