KCK: Em hêvî dikin ku bîranîna Mam Celal bibe sedema xurtkirina yekîtiya netewî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya sêyemîn salvegera wefata Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî peyamek belav kir.

KCK’ê di peyama xwe de wiha got:

“Em ti demê ji bîr nakin ku Mam Celal ji beriya rewşa wî ya tendirustî xirab bibe, ji bo azadiya Rêber Apo mijûlê amadekirina pêngavak navnetewî bû.

Mixabin Mam Celal di qonaxekî ku herî zêde gelê Kurd pêwîstî bi hêza wî ya çareseriyê hebû koça dawî kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di peyama xwe de hêvî kir ku bîranîna serkirdeyê dîrokî yê gelê Kurdistanê bibe sedema xurtkirina giyanê yekîtiya netewî.

Back to top button