Endamê Rêveberiya Partiya Komunîst a Kurdistanê li dijî Tirkiyeya dagirker banga yekîtiyê li gelê Kurd kir.
Cewher Şikûr got ku “Yekgirtin, yekrêzî û yekhelwestiya Kurdan di vê dema hestiyar de li dijî dijminê dagirker gelekî pêwîst e.”
Cewher Şikûr her wiha anî ziman ku divê hikûmeta Iraqê bêdengiya xwe bişikîne û li xaka Başûrê Kurdistanê xwedî derkeve.
KNK: Divê gelê Kurd li hemberî dagirkeriyê rabin
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) dê 15 Gulanê li dijî dagirkeriyê bi tevlêbûna hêzên siyasî, rewşenbîr û beşên cûda yên civakê, konferansekê bi rêya online li dar bixe.
Endamê Konseya Rêveberiya KNK’ê Raman Mecîd di çarçoveya de da xuyakirin ku ew ê bi rêya vê konferansê daxwaziyê ji raya giştî û xelkê Kurdistanê bikin ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê rabin û bêdengiyê bişikînin.



