Dagirkeran gundên navçeya Şera ya Efrîn topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, gundên Merenaz û Elqemiyê yên navçeya Şera topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe vê sibehê, gundên Merenaz û Elqemiyê yên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran dike,

Di derbarê êrîşê de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Duh jî dagirkeran, heman dever kirin armanca êrîşên xwe, her wiha gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Şêx Îsa yên Şehbayê topbaran kirin.

Back to top button