Kongo..Di êrîşa li ser Konvoya NY de bolyozê Îtalî Atanasio hat kuştin

Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê ragihand ku balyozê wan li Komara Demokratîk ya Kongoyê bi êrişeke çekdarî hatiye kuştin.

Wezareta Karê Derve diyar kir ku li Komara Demokratîk ya Kongoyê li dijî karwanekî Neteweyên Yekbûyî (NY) êriş hatiye kirin.

Di encamê de balyozê Îtalya Luca Atanasio û leşkerekî Îtalî hatine kuştin.

Serokomarê Îtalya Sergio Mattarella ji ber êrîşê xemginiya xwe anî ziman ku diyar kir, welatê wî di şînê de ye.

Heta niha tu aliyan êriş negirtiye ser xwe.

Back to top button