Brîtanyayê îro tevgera Hemasê li welatê xwe bi temamî qedexe kir. Li ser vê yekê Tevgera Hemasê jî biryara hikumeta Brîtanyayê rexne kir.
Wezîra karê hundir a Brîtanyayê Priti Patel piştrast kir ku tevgera Hemasê li Brîtanyayê bi temamî hatiye qedexekirin.
Patel diyar kir ku sedema vê gavê ew e ku tevgera Hemas xwedî çalakiyên terorê ye û dikare bigihêje çekên pêşketî û navendên ji bo perwerdekirina terorîstan.
Piştî li ser vê biryarê Tevgera Hemasê jî biryara hikumeta Brîtanyayê wekî “dewama dijminahiya li dijî gelê Filistînê û mafê wê yên rewa” bi nav kir û biryar rexne kir
Hemas di serî de ji Brîtanyayê û ji hêzên navneteweyî xwest ku dev ji “dualîtiyê û binpêkirina qanûnên navneteweyî” berde û bang li hemû hêz û komên gelê Filistînê û alîgirên doza Filistînê yên li Brîtanya û Ewropayê kir ku vê biryarê şermezar bikin.