HPG: Li Agirî 3 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek li dijî artêşa Tirk a dagirker kirin û di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, yek jî birînda bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parve kir.

20’ê Nîsanê gerilayên HPG’ê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li girê ber qereqola Ayzekê çalakiyek kirin.

Di enamê de 3 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

15’ê Nîsanê jî di encama oparasyona dagirkeriya dewleta tirk ya li herêmên Şirnexê de 2 gerîla şehîd bûn.

Her wiha HPG’ê eşkere kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Garê û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.

HPG’ê dazanîn ku di vê êrîşê de ti ziyan li gerîlayan ne bûye.

Back to top button