Rûspiyên bajarokê Şêxler dem ji bo vegerandina şêniyên bajarok diyar kir

Rûspiyên eşîrên bajarokê Şêxler ê li rojavayê Kobanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan dest bi nîqaşkirina rewşa şêniyên bajarok yên ku li herêmên çeteyan kiriye da ku vegerin warên xwe.

Li bajarê Minbicê bi beşdarbûna gelek rûspiyên eşîrên bajarokê Şêxlerê, daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Bi hevkariya şêniyên Şêxlerê û gundên wê li gel Rêveberiya Sivîl û Leşkerî re, şêniyên Şêxlerê û gundewarê wê vegerin herêmên xwe û bêyî ku ti zirar bigihêje wan rewşa wan hat zelalkirin û qebûlkirin.

Ev biryar kesên ku destê wan di rijandina xwînê de heye, nagire nava xwe.

Em soz didin ku em ê rewşa hemû şêniyên Şêxlerê û gundewarê wê ku li derveyî herêmên QSD`ê tevlî komên çete bûne, nîqaş bikin.”

Rûspiyên eşîrên bajarokê Şêxler ji bo zelalkirina şêniyên li herêmên çeteyan demek veqetand û wiha dewam kir;

“Di navbera 2`ê Mijdara 2020`an heta 22`ê Mijdara 2020’an de dem heye da ku şênî werin û rewşa xwe li gel rêveberiyê zelal û çareser bikin.”

Back to top button