Başûrê Kurdistanê..16 parlamenter daxwaznameyek radestî parlamentoyê kir

Li Başûrê Kurdistanê 16 parlamenteran derbarê binçavkirin û girtina çalakvanan de daxwaznameyek radestî serokatiya parlamentoyê kirin.

Parlamenteran bang li serokatiya parlamentoyê kir ku girtin û binçavkirina çalakvan û rojnamegerên Hewlêr û Dihokê bixe bernameya parlamentoyê.

Bang li Wezîrê Karên Hundir jî hat kirin ku li ser heman mijarê agahiyan parve bike.

Hêjayî gotinê ye ku di 20’ê Cotmehê de, 10 parlamenter li ser binçavkirina rojnameger Şêrwan Şêrwanî daxwaznameyek radestî parlamentoyê kiribû.

Malbatên Dihokê daxwaznameyek radestî rêxistinên mafê mirovan kirin

Bi heman aramncê, Malbatên Dihokê yên xizmên wan li Herêma Behdînanê hatine girtin, daxwaznameyek radestî rêxistinên Mafê Mirovan û Civaka Sivîl kirin.

Malbatan ragihand ku ji Tebaxa 2020’an ve li herêmê 280 kes hatine binçavkirin û heya niha 17 kes di girtîgehê de ne.

Malbatan bang li rêxistinên mafê mirovan kirin ku bi hawara wan ve biçin.

Back to top button