Dostên Kurdan ên ku beşdarî meşa Kolnê bûn peyamên piştgiriyê dan

Gelek nûner û kesayetên cîhanî ango dostên Kurdan jî di çalakiya îro de peyamên girîng dan.
Nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên beşdarî meşa li Kolnê bûn daxwaza azadiya Rêber Apo kirin û gotin: “Li heremê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û lêgerina aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pir girînge.”

Nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên navdar û dostên Kurdan ên ku beşdarî meşa li Kolnê bûn bi peyamên xwe daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.

Yek ji wan Nûnera Tevgera Berxwedana Mîlyarekê ya Hindistanê Abha Bhaiya, di serî de Rêber Apo banga serbestberdana hemû kesên xwedî fikir, çalakvan, rojnamevan, jin û mêr ên ku ji bo rûmeta jiyana mirovan, adaletê bê rawestan dixebitin kir.

Abha Bhaiya di peyama xwe de ev tişt anîn ziman:

“Em hemû ji bo daxwaza serbest berdana fîlozof, nivîskar û çalakvan Abdullah Ocalan li vir in. Kurdan ji bo avakirina demokrasiyeke federal-bêdewlet ava bikin têkoşîna xwe yê şoreşgerî didomînin. Em bi we re di nava hevgirtinê de ne.”

Bahaiya bang li her kesî kir ku hesabê sucên li dijî mirovahiyê werin pirsîn da ku hemû parlamentoya cîhanê deng û daxwaza hevpar bibihizin.

Her wiha Seroka Komîsyona Welatiyên Yekîtiya Ewropa-Tirkiyê Kariane Westerheim jî balkişand rola Rêber Apo li aştiya cihanê û wiha got:

“Li heremê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û lêgerina aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pir girînge. Di serî de hikumeta Almanyayê gelek dewletên Ewropayê 25 sal berê destûr nedan Ocalan li Ewropayê bimîne. Biryara wan hişt ku Ocalan ji azadiya xwe bê par bimîne, di heman demê de bûye sedem ku li Kurdistanê tundî zêde bibe û bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bide.”

Kariane Westerheim diyar kir ku YE, KE û CPT’yê xwedî berpirsyariya hevpar in ku vê bê edaletiya dîrokî sererast bikin.

Wezîrê edaletê ya Berê yê Îzlandayê û Endamê Şandeya Îmraliyê Ogmunder Jonasson jî daxwaz kir ku civaka navneteweyî dev ji piştgiriyê dagirkeriya Tirkiyê re berde û ev bang kir:

“Em ji bo daxwaza rawestandina êrîşên ku li her çar beşên Kurdistanê tê kirin li vir in. Ew ne tenê ji bo Kurdan bi sûd be, di heman demê de pêdiviya Tirkiyê, Rojhilata Navîn û cîhanê heye. Daxwaza me ew e ku ji aştiyê re şens bê dayîn.”

Serokê Komeleya Çand a Punto Rosso Roberto Mapelli jî bal kişand ser Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo pêşxistiye û got:

“Mafê mirovan a xwe parastinê heye. Xwedî mafe ku di nava aştiyê de bijî.
Ji ber vê pêwîste awayê fikirandina nû û armanceke nû were pejirandin. Konfederalîzma Demokratîk ku Ocalan tîne ziman bingehekî wekheviyê ava dike. ”

Komaleyên Spanî: Em modela konfederalîzma demokratîk ji nêz ve dişopînin

Back to top button