Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyên cuda îradeya berxwedêr a gelê Bakurê Kurdistanê û Wanê pîroz kir.
Di daxuyaniyan de hat destnîşan kirin ku berxwedana gelan hesabê faşîzmê têk bir û hat gotin: “Berxwedana xelkê Wanê ku şoreşek e, bi şêweyê nû yê serhildanê di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de pêşiya merheleyek nû vekiriye.”
Bi heman armancê Koordînasyona KJK’ê jî anî ziman sekin û îradeya li Wanê û Kurdistanê hatî nîşandan hêvî mezin kir û biryardariya têkoşînê zêde kir
KJK’Ê destnîşan kir ku di vê berxwedanê de jin û gelên me bi ser ketin û ev tişt anî ziman:
Me careke din bi şênberî dît ku ti astengî nîne ku bi berxwedan û têkoşîna kolektîf û rêxistinî ji holê neyên rakirin. Her wiha îrade û têkoşîna rêxistinbûyî yekane rêya serketinê ye ku her cûre êrîşan têk dibe.
Bi vê wesîleyê Koordînasyona KJK’ê di serî de jinan bang li hemû gelên Kurdistanê û Tirkiyê kir ku li dijî faşîzme têkoşîn û berxwedanê hevpar bikin.



