Li Mexmûrê 4’ê Nîsanê bi coşek mezin hat pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî 4’ê Nîsanê bi 16’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî hate pîrozkirin.
Di mîhrîcarnê de beşdaran diyar kirin ku ew rojbûna Rêber Apo wek hêviya pêşeroja xwe dibînin.
Tevgera Azadî jî bi daxuyaniyekê rojbûna Rêber Apo pîroz kir û banga bilindkirina têkoşînê kir.

Li Başûrê Kurdistanê jî rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, 16’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji bo rojbûna Rêber Apo tê lidarxistin hebû.

Axaftina destpêkirinê ji aliyê Hevberdevka Komîteya Qada Perwerdeyê ya Mexmûrê Hêlîn Kara ve hat kirin.

Hêlîn Kara 4’ê Nîsanê li Rêber Apo û li herkesî pîroz kir û got:

“Em vê rojê tenê wek rojbûna Rêber Apo nagirin dest, ji ber ku wek civak em hemû rûmeta xwe tê de dibînin, wek jin em azadiya xwe tê de dibînin, wek zarok û ciwan em hêviya pêşeroja xwe tê de dibînin.”

Piştî axaftinan jî bernameya şahiyê dest pêkir.

“Xebat û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo divê were xurtkirin”

Li aliyê din Tevgera Azadî jî bi daxuyaniyekê rojbûna Rêber Apo pîroz kir û bal kişande li ser girîngiya vê rojê û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo.

Tevgera Azadî got:

“4’ê Nîsanê têgihiştin û naskirina jiyan û têkoşîna mirovekî ye ku neteweyek ji mirinê vejîne û bûye xwediyê hêz, vîn, rêxistin û sîstemeke ku rêya azadî û têkoşîna gelan ronî kiriye. Em bang li rêxistinên sivîl, tevgerên demokratîk û şoreşger ên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwe xurtir bikin.”

Back to top button