YJA Star: Rojbûna Rêber Apo rojbûna gel ê azad e

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê hebûna Rêber Apo wekî hebûna nasnameya jina azad pênase kir û got:”Rêbertî jiyaneke bi rûmet û bi wate da gelê Kurd. Lewma rojbûna Rêber Apo zayîna fikrê azad e, rojbûna gelê azad û Kurdistanê ye.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya rojbûna Rêber Apo daxuyaniyek da.

Fermandariya YJA Starê di daxuyaniya xwe de roja Rojbûyîna gelê kurd pîroz kir û got:

“Jina Kurd a ku bi hezaran salan li pişt deriyên tarî û reş hatibû kilît kirin, bi zayîna Rêber Apo kilîtên li pêşiya azadiya xwe şikand û di roja me de mîna zayînek nû, bi şîara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gihîşt asteke ku li hemberî pergala zayendperest, ji jinên cîhanê re pêşengiyê bike.”

YJA Star: Rêber Apo hebûna nasnameya jina azad e

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star diyar kir ku Rêber Apo hebûna nasnameya jina azad e û got:

“Her jineke ku lêdana dilê wan sekinî bû, hêviyên wan yên jiyanê nemabû, baweriya wan a ji bo siberojê xilas bûbû, bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku ji bo hemû jinan zayîneke nû ye, li koka xwe ya jiyanê vegeriyan, weke darekê roj bi roj şîn û mezintir bûn. Lewra ji bo vê em dibêjin jidayikbûna Rêber Apo rojbûna jina azad e, hebûna Rêber Apo hebûna nasnameya jina azad e.”

YJA Star: Divê jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tevlî têkoşînê bibin

Fermandariya YJA Star’ê bi domdarî wiha got:

“Hebûna Rêber Apo hebûna nasnameya jina azad e. Divê her jin bi vê têgihiştinê azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe bibîne û li ku dibe bila bibe di asta herî bilind de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tevlî têkoşînê bibe. Ev berpirsyartî erka jin, ciwan û lêgerînerên azadiyê hemûyan e.

YJA Star: Emê xeta azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê herî dawî soza pêkanîna êrkên demê da û got:

“Em wek hêzên YJA-Starê vê sozê didin, ev agirê ku me li asîmanan pêxistiye em hîn geş û mezin bikin. Weke artêşa fedaiyan a Rêber Apo li ser şopa şehîdên xwe yên mezin me sond xwariye ku em ê xeta azadiyê bi serketinê tacîdar bikin û ji zarokên ku Rêber Apo pir ji wan hez dike jiyanek azad û birûmet biafirînin.”

YPJ: Em amade ne tecrubeya xwe ji tevahî jinên cîhanê re parve bikin

Back to top button