Şêniyên Dêrikê ji bo piştgiriya berxwedana Şervanên QSD’ê û Asayîşê a li dijî çeteyên DAIŞ’ê, meşiyan. Piştî meşê şêniyan serdana konê sersaxiyê yê şervanê QSD’ê şehîd Ayaz Hemûd kirin.
Îro bi sedan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê û saziyên civaka sivîl li gel şêniyên navçeyê ji bo piştgirya berxwedanê meşiyan.
Di meşê de berxwedana şervanan hat silav kirin.
Paşê şêniyan serdana konê sersaxiyê yê şehîdê QSD’ê Ayaz Hemûd ê ku di 22’yê vê mehê de li Hesekê şehîd bûn, kirin.
Li konê sersaxiyê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê Ebdulrehman Xêrkî axivî û balkişand li ser êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê û got:
“Armanca komploya ku li Hesekê di salvegera rizgarkirina Kobanê de hatibû plankirin, revandina çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehê, pêkanîna komkujiyan û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.”
Piştre Apê şehîd Celal Elî axivî û soza şopandina rêya têkoşînê û parastina destkeftiyên şehîdan da.