Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bonêya salvegera 7`an a rizgarkirina Kobanê got: “Girîngiya rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê wekî ya rizgarkirina Kobanê ye.” Rêveberiyê bang li gelê herême kir bi rûhe berxwedana Kobanê têkoşîna li dijî êriş û dagirkeriyê mezin bikin.
Beriya 7 salan weke îro şervanên ku li Kobanê destan nivîsandin, mizginiya rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê ragihandin.
Bi boneya salvegera 7’emîn a rizgarkirina Kobanê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daxuyaniyek weşand û ev tişt anî ziman:
“Rizgarkirina Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de, destpêka tunebûna DAIŞ’ê bû.
Berxwedana li hember vê rêxistinê, ne berxwedaneke normal bû, lê belê vê berxwedanê rolek di parastina Sûriyê û cîhanê ji DAIŞ’ê de, lîst
Piştî wê, gelek serkeftin pêk hatin û berxwedana Kobanê bû destan.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev destan ji xwe re kir bingeh û parastina herêmên xwe kir, heta ku di 23’yê Adara 2019’an de tunekirina DAIŞ’ê ji aliyê leşkerî ve, hat ragihandin.”
Rêveberiya Xweser anî ziman serkeftina Kobanê ji bo cîhanê û mirovahiyê bû mîrasek û projeya dagirkirinê ya dewleta Tirk, asteng kir.
Rêveberiyê bal kişand ser hevkariya dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ’ê re û êrişên dawî yên li dijî herêmê û wiha dewam kir:
“Piştgiriya dewleta Tirk bi terorê re, li ser destkeftiyên li hember DAIŞ’ê hatine bidestxistin, xetere ye.
Piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, morala şaneyên DAIŞ’ê bilind kir.
Piştî ewqas sal berxwedan û tunekirina DAIŞ’ê ji aliyê leşkerî ve, DAIŞ bi desteka herêmî hewl dide bi hemû rêbazan tola xwe hilîne û vegere.”
Rêveberiya Xweser: Girîngiya rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê wekî ya rizgarkirina Kobanê ye
Rêveberiyê destnîşan kir ku girîngiya rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê wekî ya rizgarkirina Kobanê ye ku destpêka bidawîbûna terorê bû.
Rêveberiya Xweser bi wesileya rojê şehîdên di oxira azadiyê de canê xwe dan, bibîr anî û ev bang kir:
“Em bang li gelê xwe dikin ku şopdarên xeta berxwedanê ya li Kobanê, Efrîn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin.
Ji ber ku ev mîrasa dîrokî, rêya ber bi serkeftinê û civaka demokratîk û pêkanîna îstiqrarê li Sûriyê ye.”