Li Komara Tartarîstan, êrîş li ser dibistanekê pêk hat û 11 kes hatin kuştin.
Li paytexta Tartarîstan Kazanê, li dijî dibistaneke xwendekaran êrîş pêk hat.
Êrîş bi berdana guleyan û bi teqîneke di nava dibistanê de destpêkir.
Berdevkê Wezareta Rewşên Awarte yên li herêmê ragihand ku jimara miriyan gihişt 11 kesî.
Ji van yek jê mamoste û 8 jê zarokin.
Berdevkê Wezareta Rewşa Awarte jî ji Sputnikê re axivî û got:
Hêzên Ewlekariyê ciwanekî 17 salî bi gumana ku ew li pişt êrîşêyê, girtiye.