“Koalisyona Navneteweyî û Rûsya ji êrişan berpirsiyarin”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkîldarî êrişa dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û got: “Koalisyona Navneteweyî jî mîna Rûsyayê ji êrişan berpirsiyare.”

Rêveberiyê di daxuyaniyê de wiha got:

“Ev êriş û êrişên beriya wê ji bo şiyarkirina DAIŞ’ê û şaniyên wê li seranserî herêmê têne kirin.

Armancên dewleta Tirkiyê ew e ku xebatên kontrolkirina Kampa Holê asteng bike û rê li ber oparasiyonê bigere.”

Reveberiyê diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê bi van êrişan hewil dide aramiya li herêmê xira bike û aloziya li Sûriyê mezin bike.

Di dewama daxuyaniya de rêveberiya Xweser sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:

Em teqez dikin ku Koalisyona Navneteweyî jî mîna Rûsya para wan ji berpirsiyariya van êrişan heye.

Em piştrast dikin ku hêzên me yên ewlehiyê ji bo mayindekirina aramiya herêmê wê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Back to top button