Gelê Kurd Roja Aştiyê ya Cîhanê li Almanya û Fransayê pîroz kir
September 2, 2021
10
Gelê Kurd û dostên xwe yên li Ewropayê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li bajarên Almanyayê her wiha bajareki Fransayê daketin qadan û çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de axaftin hate kirin û bal hate kişandin li ser êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê û bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedan Gerîla’ çalakî bi dawî bû.