Li Fransa..Macron nekarî piraniya pêwist bidest bixe

Li Fransa hilbijartina parlamentoyê di tûra duyemîn de encamên xwe eşkere bûn. Serokomarê Fransa Macron nekarî ji bo piraniya mutlaq dengê pêwist bidest bixe. Rastgirên tund bi hejmareke rekorê ya parlamenteran diçin meclisê.

Di tûra duyemîn a hilbijartinên giştî yên ku duh li Fransayê hatin lidarxistin de, ji sindoqan krîza siyasî derket.

Partiyên ku piştgirî didin Serokomarê Fransa Emmanuel Macron nekarîn di meclîsa jêrîn ya parlamentoyê, Meclîsa Neteweyî de piraniya mutleq bidest bixin.

Ji bo rêvebirina welat divê Macron di parlementoyê de piraniya zêde bidest xistiban.

Li Fransaya ku 48 mîlyon û 589 hezar hilbijêrên qeydkirî hene, rêjeya beşdariya hilbijartinê ji sedî 46,23 bû.

Nêzî 26 mîlyon Fransî neçûn ser sindoqan.

Koalîsyona bi navê “Ensemble” (Bi hev re), ku ji sê partiyên bi meylên navend/rastgir pêk tê û piştgirî didin Macron, 245 parlamenter şandin Meclîsa Neteweyî.

Her çend koalîsyona Macron bi vê encamê di parlementoya 577 kursî de bû xwediyê koma herî mezin jî, ji bo piraniyeke mutleq nekarî bigihêje hejmara pêwîst a 289’an.

Macron ji bo dengê pêbaweriyê werbigire, wê yan bi partiyeke din a ku di parlamentoyê de tê temsîlkirin re li hev bike yan jî di berdêla tawîzan de parlamenteran veguhezîne.

Tê gotin eger ev pêk neyên, dibe ku li Fransayê krîzeke îdarî ya giran derkeve holê û welat ber bi hilbijartinên giştî yên pêşwext ve biçin.

Partiyên çep ên ku weke tifaqeke çaralî (çepên radîkal, sosyalîst, kesk, komunîst) û bi navê NUPES (Yekîtiya Nû ya Gel, Ekolojîk û Civakî) ketin hilbijartinê, nekarîn bigihêjin armanca xwe ya avakirina hikûmetê.

Lê partiyê karî jimara kursiyên xwe ji 55’an bigihîne 131’an.

22 parlamenterên din ên çepgir ên ku bi navê NUPES’ê neketin hilbijartinê hene.

Di forma xwe ya heyî de, NUPES di serdema qanûnî ya nû de dijberiya sereke ye.

Serketiyên rastîn ên hilbijartinê de, rastgirên tundrew bûn.

Yekbûna Neteweyî (RN) ya lîdera neteweperest Marîne Le Pen wê di serdema nû ya qanûndanînê de bi 89 wekîlan li meclîsê bê temsîlkirin.

Partiyê jimara kûrsiyên xwe ji 8’an gihand 89’an.

Hejmara parlamenterên partiyên rastgir ên kevneşopa Komarparêz (LR) ku beriya hilbijartinê 119 bû, daket 64’an.

Çapemeniya Fransî ya ku encamên hilbijartinê bi sernavê “Zileyek bo Macron” dan, şîrove dike ku Serokomar di navbera çep û rastgirên tund de asê maye, di plansaziya siyasî de qels bûye û welat bê rêvebirin.

Hin çavdêrên siyasî dibêjin ku “Macron ji krîza Ukraynayê ve girîngiya pêwîst nedaye siyaseta navxweyî û berdêla vê xemsariyê li ser sindoqan da”.

Back to top button