Li Idlibê, di topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li ser deverên çeteyên dewleta Tirk de du çete û li çolistana Sûrî jî 4 endamên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî diyar kir ku Hêzên hikumetê gundên Hemîmat, Qeston a Sehl Xab a gundewarên bakur rojavayî Hemayê topbaran kir,
Hat gotin di encamê de zarokek li gundê Hemîmat birîndar bûn.
Hat diyar kirin di encama topbarana hêzên hikumetê a li ser cih û deverên çeteyan yên li derdorî bajarokê Teftenaz ê Idlibê de jî, du çete hat kuştin.
Çavdêriya Sûriyê duh ragihandibû ku di encama topbarana hêzên hikumetê a li ser bajarokê Barê yê Başûrê Idlibê
de, sivîlek hat kuştin.
4 endamên Hikumeta Şamê hatin kuştin
Li çolistana Tedmur yê li rojhilatê Humsê jî, mayînek ku çeteyên DAIŞ’ê danîbû bi endamên koma ” Lîwa El Qudis a girêdayî hikumetê de teqiya.
Li gorî Çavdêriya Sûrî, di encamê de 4 endamên hikumetê hatin kuştin.