Iraq: Tirkiye û Îran bizanebûn projeyên bendavên avê çêdikin da ku av ser me kêm bibe

Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê got ku Tirkiye û Îran bizanebûn projeyên bendavên avê çêdikin da ku av ser Iraqê kêm bibe û got vê yekê jî bandoreke neyînî ser çandiniya herêmê kiriye.

Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê Oon Ziyap derbarê pirsgirêka avê ya Iraqê û polîtîkayên dewletên Îran û Tirkiye ji Rojnewsê re axivî.

Oon Ziyap diyar kir ku Tirkiye û Îran bizanebûn projeyên bendavên avê çêdikin da ku av ser Iraqê kêm bibe û vê bi awayekî siyasî bikar tînin.

Ziyap destnîşan kir ku ev polîtîka û pêkanînên Tirkiye û Îranê hiştiye ku ava Iraqê kêm bibe û bandoreke neyînî ser çandiniya herêmê, bi taybetî bandorek nebaş ser parêzgehên navîn û başûrê Iraqê kiriye.

Di 10’ê tîrmehê de Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Mehdî Reşîd El-Hemedanî diyar kiribû ku ger Îran polîtikaya xwe ya avê bi vî rengî bidomîne, wê derbarê Îranê de li qada navnetewî gilî bikin.

Back to top button