Li Kubayê krîza aborî ya 30 salan bi hezaran kes daxist kolanan

Di nava 30 salên dawiyê de, li gelek bajarên Kubayê, li dijî hikumetê çalakiyên herî mezin yên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Li Kubayê krîza herî giran a aboriyê ya 30 salên dawî heye.

Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê dest pê kirin.

Li welatê ku Partiya Komunîst lê serdest e, çalakiyên bi vî rengî kêm caran rû dide.

Bi giranî tenê çalakiyên ku partî destûra wan dide tên lidarxistin.

Li bajarê San Antonio de los Banos ê bi 30 kîlometreyî dûrî paytext Havanayê ye, bi hezaran kes daketin qadan.

Leşker û polîsan tedbîrên berfireh girtin.

Şewba Covîd-19 welat ber bi krîzeke giran a aboriyê ve dehf da.

Zor û zehmetiyên aboriyê rayedar neçar hişt ku li beşeke mezin a welêt rojane ji bo çend saetan elektrîkê bibirin.

Hikumeta Kubayê li pêşberî çalakiyan ragihand ku berdêla xwe çi dibe bila bibe ew amade ne şoreşê biparêzin.

Xwepêşandanên li Kubayê welatên cihanê jî xistine tevgerê.

Back to top button