Xelkê Mexmûrê: Tecrîda li ser Rêber Ocalan nayê qebûlkirin

Li dijî tecrîdê xelkê Wargehê Penaberan a Mexmûrê banga xwedî derketinê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin: “Ev tecrîd di encamê tirsa li hemberî fikir û felesefeya Rêbertî de tê pêkanîn. Divê her kes dijî tecrîdê bi erka xwe rabe.”
Jinên Şengalê jî diyarkirin ku ewê xwe li ser fikrê Rêber APO perwerde bikin û bi pêkanîa fikrê wî tecrîdê valaderxînin.

Têkildarî tecrîda giranakirî ya li ser Rêber Apo Abdullah Ocalan xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê axivîn û bertek nîşan dan.

Welatiya bi nav Nadiye Ziravigî bang li tevahî Kurdan kir li serokatiya xwe bibin xwedî û wiha axivî.

Nadiye diyar kir pêwîste tecrîda li dijî Rêber Apo were şikandin û bê rizgarkirin û got: “Divê wek jin jî em li qadan bin, ji bo ku em jî bikaribin wek hemû netewên din bi Serokê xwe re jiyan bikin.”

“Tecrîd ne tenê rêbertî, li ser tevahî rohilata navîn tê pêkanîn”

Welatî Salih Turhan jî diyar kir ku pêwîste gelê Kurd li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan xwedî helwestek diyar bin.

“Rêbertî ji bo gelê Kurd felsefeyeke ku rêya gelê Kurd ronî dike”

Salih Turhan bi bîr xist armanca wan ji tecrîdê qutkirina têkiliyên gel û Rêber Apo ye û di dawiyê de ev bang li her kesî kir:

Li dijî vê tecrîdê bêdeng nemînin û li her çar aliyê Kurdistanê rabin ser xwe.

Jinên Şengalê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê em têkoşîna xwe bilind bikin

Her wiha Xelkên Êzidî yên Şengalê jî ji ber agahînegirtina ji rewşa Rêberê xwe nerazîbûn nîşan dan.

Jinên Şengalê diyar kirin ku tecrîda li ser Rêber Apo binpêkirina hemû mafên mirovî ye.

Şengaliyan anî ziman ji bo em bikaribin azadiya fîzîkî ya Serokatî bi dest bixin, divê em fikir û ramanê Serok li her deverê cîhanê belav bikin.

“Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan encama tecrîda li Îmraliyê ye”

Back to top button