Raziye Ozturk: Heta hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk neyê wê fikar bi dawî nebin

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk da zanîn ku heta hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk neyê fikarên wan bi dawî nabin û got: Ji bo me ya bingehîn azadiya rêber Apo ye. Ji bo tecrîd rabe hewldan û serlêdanên me wê bidomin. 

Der barê tenduristî û ewlehiya Rêber Abdullah Ocalan 15’ê vê Adarê hin îdia li ser çapemeniya civakî derketin holê.

Vê yekê fikar zêde kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê her çiqas îdiayan biderewîne jî, malbat û parêzerên wî diyar kirin ku daxuyanî têr nake, fikarên wan hîna hene.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê heta niha 3 caran serlêdan kir, lê hîna bersivek nehatiye dayîn.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk der barê geşedanan de nirxandin kir.

Raziye diyar kir ku sedema îdiayên ku derdikevin tecrîd e. Ji ber wê jî heta hevdîtinek pêk neyê wê fikar bidomin.

Raziye anî ziman ku ji ber vê rewşê bertekên cidî derdikevin.

Gel bi hêr e, li Ewropa û Tirkiyê daxuyanî derbarê rewşê de tên dayîn. Ji bo NY û CTP re jî rapor tên şandin.

Raziyeyê eşkere kir ku li gel vê tecrîda li Îmraliyê nayê dîtin. CPT û DMME çav û guhên xwe girtine.

Raziye teqez jî kir ku tu car maf û hiqûq li Îmraliyê pêk nehatiye.

Raziye Ozturk: Ji bo wan a bingehîn azadiya Rêber Apo ye

Raziye Ozturk îşaret bi çalakiyên greva birçîbûnê jî kir û anî ziman hîna ku grev neketine rewşeke bi xeter divê demildest tecrîd bê rakirin.

Raziyeyê diyar kir ku ew di mijara rakirina tecrîdê de bi israr in û daxuyakirin ku ji bo wan a bingeh azadiya rêber Apo ye û got: Wê serlêdan û hewldanên wan bidomin.

Back to top button