Pervîn Bûldan: Di rojeva me de tecrîd û Newroz heye

Hevserokên Giştî yên HDP’ê têkildarî doza girtina partiya wan diyar kirin li dijî îradeya gel darbe hatiye kirin. Hevserokan dan zanîn di rojeva gel de tecrîda li Îmraliyê heye û gotin; “Em amadekariyê dikin ku li gelek deverên Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi coş û moraleke mezin Newrozê pîroz bikin.”

Piştî betalkirina parlementeriya Farûq Gergerlîoglû û doza girtina HDP’ê, Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro bi rengekî awarte li hev civiya.

Piştî civînê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Di civînê de Pervîn Bûldan bal kişand ser zext û êrîşên 5 salên dawî ya li ser HDP’ê û diyar kir ku wê li ber êrîşan serî netewînin.

Bûldan diyar kir ne tenê HDP’î, her wiha nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan, bi hezaran mirovên daxwaza aştî û demokrasiyê dikin hatine girtin.

Bûldan anî ziman ku duh 2 bûyerên weke deqa reş li eniya Tirkiyê bimîne rû dan û got,

“Berê jî wekîltiya hin hevalên me hatin betalkirin. Heman rêbaz duh careke din li parlamentê bi kar anîn. Ev feraseteke darbeyê ye. Navê vê darbe ye, darbeya desteserkirina îradeya gel e.”

Bûldan eşkere kir ku bi zext û êrîşên li ser partiya wan wê hê zêdetir dengên HDP’ê zêdetir bike û got, “Em partiyeke welê ne ku bi rojeva rastî ya civaka Tirkiyê re eleqeder in. Rojeva gel birçîbûn e, xizanî ye, zilma li jinan e, tecrîd e.”

Bûldan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd ne tenê li Îmraliyê, tecrîd li ser tevahiya Tirkiyê tê ferzkirin.

Bûldan got,

“Doza li dijî partiya me hatiye vekirin jî ji bo vê armancê ye. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Şidandina tecrîda li ser Birêz Ocalan, astengkirina hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re, pirsgirêkan kûrtir dike. Pêwîstiya welêt bi aştî, demokrasî û azadiyê heye. Lewma em dibêjin, hûn çi dikin bikin em ê di rêya xwe de bimeşin.”

Heveroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bang li hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê jî kir li dijî neheqiyê bê deng nemînin.

Bûldan diyar kir ku ew amadekariyê dikin ku li gelek deverên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bi coş û moraleke mezin Newrozê pîroz bikin û banga tevlîbûna pîrozbahiyê kir.

Back to top button