Salvegera 3. a dagirkirina Efrînê

Beriya sê salan weke vê rojê, bi sedhezaran Efrînî bi darê zorê ji warê kal û bavên xwe derketin û koçber bûn. 3 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin û her sal encamên xerab ên vê dagirkirinê eşkere dibin. Di nava van sê salan de, her cure binpêkirin û zext li ser şêniyên Efrînê hatin kirin, ji revandin, girtin, êşkenceya mirovan bigire heta bi xweza, dar û dîroka Efrînê ya kevnar re derkevî. Ev hemû li aliyekî û guhertina demografîk ku rojane ji aliyê dagirkeran ve pêk tê li aliyekî din.

Sê sal bi ser dagirkirina Efrînê re derbas bûn.

Sê sal in ku Efrîna rengîn cilê reş û tarî li xwe kiriye.

Efrîna ku bibû qurbana siyaseta qirêj a hêzên navnetewî û bi taybetî Rûsyayê, radestî dagirkeriya Tirk hat kirin.

20’ê Çileya 2018’an, dewleta Tirk bi 72 balafirên şer û çekên NATO êrîşî bajarê kurdan, Efrîn kir.

58 rojan, Şêniyên Efrînê û zarokên wê li beramberî van êrîşên  hovane  efsaneyên dîroka berxwedanê nivîsandin.

Di êrîşan de dewleta Tirk û çeteyên wê:

498 sivîl  kuştin û 700 sivîl jî birîndar kirin.

Her weha zêdeyî 300 hezar şêniyên Efrînê koçber kirin.

18’ê Adara 2018’an, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê Efrîn xistin nav pençên xwe yên bi xwîn.

Ji bilî kuştin û revandina Efrîniyan, talankirin û desteserkirina mal û milkên sivîlan, dagirkeran bi lez dest bi guhertina demogarfiya Efrînê kirin.

Di nav sê salan de dagirkeran

127 sivîl kuştin ji wan 83 sivîl di bin êşkenceyê hatin kuştin.

74 jin kuştin û destdirêjî li ser 69 jinan hat kirin

Nêzî 7500 sivîl revandin.

Çeteyan derdora 350 hezar darên zeytûnê birîn û şewitandin.

45 cihên dîrokî û şûnwarî wêran kirin.

Dagirkeran siyaseta Tirkkirinê bipêşxistin, zimanê tirkî  xistin nava dibistanan û navên tirkî li qad û gundan kirin.

Dagirkeriya Tirk, zêdeyî 400 hezar kes ji herêma Xota ya Şamê û herêmên cuda yên Sûriyê anîn û di malên kurdan de bi cih kirin û gelek kamp ava kirin.

Tevî van sûcên ku li Efrînê pêk tînin, dagirkeran êrîşî koçberên Efrînê yên li Şehbayê kir û komujî pêk anîn.

2’ê Kanuna 2019’an artêşa Tirk û çeteyên wê li bajarê Til Rifet di encama topbaranê de komkojiyek pêk anî, di komkojiyê de di nav de 8 zarok 10 sivîl şehîd bûn, 12 sivîl jî birîndar bûn.

25’ê Sibata 2020’an , dagirkeran gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa topbaran kir, 3 sivîl ji malbatekê şehîd kirin û 3 jî birîndar kirin.

Tevî ku gelek rêxsitinên mirovî û hiqûqî van sûcan belgekirine û tevî rapora Komîsyona Lêpirsînê ya NY, civaka navdewletî li hember binpêkirinên dewleta Tirk bê denge.

Her weha kesên ku bi navê kurdayetîyê tevdigerin, çeteyan li Hewlêrê pêşwazî dikin û xwe kirin hevkarê xwînmijên kurdên Efrînê.

Di nav sê salan de şêniyên Efrînê yên di kamp û gundên herêma Şehbayê de koçber bûne, berxwedana xwe ya ji bo vegera Efrînê dewam dikin.

Back to top button