6 rêxistinan banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk li Efrînê kir

6 Rêxistinên Sivîl û hiqûqî di salvegera 3. a dagirkirina Efrînê de, banga derxistina dagirkeriya Tirk ji Efrînê kirin.

6 Rêxistinên Sivîl û hiqûqî li navenda têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser a li bajarê Qamişlo, daxuyaniyeke çepemeniyê da û bîlançoya binpêkirinên li Efrînê eşeker kir.

Piştre her 6 rêxistinan, tekez kir ” Divê Tirkiya dagirker ji Efrînê derkeve û ew weke dagirker bê pênasekirin.”

Ji bo belgekirina binpêkirinanan jî, rêxistinan daxwaza derbasbûna rêxistinên navnetewî bo Efrînê kirin û darizandina dagirkeriya Tirk û çetyên xwe li dadgehên navdewletî kirin.

Dawiyê jî Rêxistinên Sivîl û Hiqûqî banga derxistina dagirkerran û vegera şêniyên Efrînê li cih û warên wan kir.

Back to top button