Polîsa Almanî li 4 bajarên welêt dest bi binçavkirina kesên ku guman li ser wan heye ku desteka darayî bo DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê dikirin, kir.
Polîsa Almanî li 4 bajarên wîlayeta Rhineland Palatinate a li rojavayê Almanyayê 7 kes, bi tawana desteka darayî bo çeteyên DAIŞ’ê di navbera salên 2016 û 2017’an de, binçav kirin.
Polîsê nasnameyên van kesan eşkere nekirin, lê hin rojnameyên Alman diyar kir ku piraniya wan Sûrî ne.
Her wiha li bajarê Düsseldorf jî, dadgehê 7 sal li kesekî ji Tacikistanê, bi tawana endamtiya DAIŞ û plana pêkanîna operasyonên terorîst li Almanya û Albanyayê, birî.