KNK: DIVÊ DEWLETA TIKR LI SER VAN ÊRÎŞAN WERE DARIZANDIN

Komîteya Mafên Mirovan a KNK’ê û Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat bi daxuyaniyên cuda komkujiya li Kortek a başûrê kurdistanê ku artêşa tirk pêk anîbû şermezar kir. Di daxuyaniyan de ji bo darizandina dewleta Tirk li ser van êrîşan bang li kurdistaniyan hate kirin ku giliyê bikin da ku li dadgehên navnetewî werin cezakirin.

Di 27’ê Hezîrana 2019’an de balefirên şer ên dewleta Tirk mîna 2011’an dîsa li Korteka başûrê Kurdistanê komkujî pêk anî.

Di vê êrîşê de sê kes hatine qetilkirin û 5 jî birîndar bûne.

Komîteya Mafên Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê têkildarî mijarê daxuyniyek nivîskî weşand û wiha got:

Sûc û tawanên dewletên dagirker ên li Kurdistanê roje bi roj zêde dibe.

Dagirker ji bo ku mirov ji herêmê derkevin, her roj gund û çiyayên Başûrê Kurdistanê bombe dikin.

Ji ber bêdengiya Hikumeta Federal a Kurdistanê û parlementoya wê, ev êrîş didomin.

KNK’ê ji bo rawisatndina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ev bang li kurdistaniyan kir:

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê helwesta xwe diyar bikin.

Ji bo darizandin û lêkolîna van êrîşan jî bila li dadgehên wekî Lahey û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gilî bikin.

KOMKUJIYA DEWLETA TIRK LI KORTEKÊ
MŞD: DIVÊ LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ EM HEWLSTA XWE ZELAL BIKIN

Her wiha Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat jî bi heman armancê daxuyaniyek weşand û wiha got:

Civaka me ya Êzidî divê ji her demê zêdetir hişyar be.

Wê Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat jî di qada navneteweyî de erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Em bang li gelê xwe yê Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê jî dikin ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.

Leave a Reply

Back to top button