“Rêveberiya Xweser Ziman ji pişaftin û wendabûnê parast”

Li herêmên Bakur û Rojhilatanê Sûrî, her pêkhateyek bi zimanê xwe perwerdeyê dibîne. Nivîskarê Kurd Salih Heydo diyar kir ku di şoreşa 19ê Tîrmehê de zimanê Kurdî bi pêş ket û şoreşê ziman ji helandinê parast. Her wiha Suryan û Ermen jî kêfxweşiya xwendin û perwerdeya bi zimanê xwe tînin ziman. 

Tevî pirrengiya zimanên cîhanê, lê gelek ziman rastî xetereya windabûnê tên.

Li gorî daneyan, ji sedî 40’ê niştecihên cîhanê bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdeyê nabînin.

Li Sûriyê heta 2011an, Kurd nikarîbû bi zimanê dayîkê biaxivin û fêr bibin, ev yek jî ji ber siyaseta şovenîst bû, ku li dijî wan dihat bikaranîn.

Nivîskar, helbestvan û lêkolînerê kelepûra Kurdî Salih Heydo diyar kir ku di şoreşa 19ê Tîrmehê de zimanê Kurdî bi pêş ket û şoreşê ziman ji helandinê parast û fêrkirina ziman bi awayekî akademîk di dibistanan de, ji girîngtirîn destkeftiyên ku hatine bidestxistin e.

Gelek zimanên ku rastî xetereya windabûnê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihatin, bi saya Rêveberiya Xweser êdî têne vejandin û parastin û her pêkhateyek bi zimanê xwe perwerdeyê dibîne.

Hevserokê Saziya Olaf Tao, Carîno Îsa dibêje:

“Di dîrokê de ev cara yekemîn e ku pêkhateya Suryan, materyalan bi zimanê Suryanî amade dike.

Hikûmeta Şamê, perwerdeya wê qedexe dikir û zimanê Erebî wek zimanekî bingehîn li me ferz dikir û materyalên ku ne girêdayî gel in, fêrî zarokan dikir.

Weke pêkhateya Suryan, em dixwazin ku zarokên me dîrok, çand û exlaqa xwe fêr bibin.”

Li Qamişloyê 3 dibistanên Ermenan hene, tê de 100 xwendekar di baxçeyên zarokan de ne, 300 asta seretayî û 250 xwendekar ji refa 6 heta 9 hene.

Endamê Meclisa Ermen a Qamişloyê Hakob Donabdiyan diyar kir ku Rêveberiya Xweser destwerdan li pergala perwerdeyê ya wan nekiriye û dema materyalên Ermenistanê derbasî dibistanên xwe kirin, tu pirsgirêk an jî astengî çênebûn.

Back to top button