Çeteyên dewleta Tirk avahiyên sivîlan bêserûber bombebaran dikin

Bi destpêka meha Remezanê re, çeteyên dewleta Tirk bêserûber avahiyên sivîlan li Lîbyayê dikin armanc. Mismarî jî diyar kir ku çete agirbestê keysbaz dikin û hîna çete derbasî welêt dibin. Ji bo biryara NY a qedexekirina çekan jî, YE êdî dest bi operasyona çavdêriya qedexekirinê kiriye”. Di çarçoveya çareseriyê de jî, Meclisa Rûspiyên bajarê Zintanê, piştgirî dan Artêşa Lîbî û ew weke birêveberê welêt nîşan da.

Çavkaniyên herêmî yên Lîbyayê ragihand ku “çeteyên dewleta Tirk, ji destpêka meha Remezanê ve, avahiyên sivîlan ên li paş eniyên şer bêserûber bomebaran dikin.

Ev jî li herêmên li başûrê bajarê Terhûna û Qesir Bin Şixêr a li navenda Terablusê pêk tên..

Mismarî: Me minawereyeke Tirkî li herêma Terablusa deryayî şopand

Îro jî berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî teqez kir çeteyên hikumeta Wîfaqê jimareke mezin a çeteyên Sûrî derbas kirine û agirbestê keysbaz dikin.

Mismarî her wiha anî ziman ku “wan di çend rojên dawî de, 4 balafirên Tirkî ku minawereyek li herêma Terablusê ya deryayî pêk tanî, şopand”.

“YE”, dest bi çavdêriya biryara qedexekirina çekan kir

Der barê biryara NY a qedexekirina çekan bo Lîbyayê jî.. Malpera leşkerî Itamilradar a Îtalî ragihand ku “duh YE dest bi operasyona Eiríni ya taybet bi çavdêriya pêkanîna “qedexekirina çekan bo Lîbyayê” kir.

Li gorî malperê, duh yekem xebat pêk hat û balafireke Yekîtiyê 6 saetan li beramberî Rojhilatê Lîbyayê geriya.

Malpera leşkerî diyar kir ku “ev operasyon dê xebatine din jî bike, lê armanca sereke pêkanîna biryara NY a qedexekirinê ye.

Tê payîn, Eiríni agahiyan der barê hinardeyên petrolê yên ne qanûnî û qaçaxeya mirovan jî kom bike.

Jixwe hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî ji ber her dewleta Tirk çek û çeteyan jê re dişîne, ev operasyon red kiriye, lê artêşa Lîbî kêfxweşiya xwe bi vê yekê anîbû zimên.

Meclisa Zintanê, Artêşa Lîbî bi çêkirina destûra welat erkdar kir

Di çarçoveya çareseriyê de jî û li ser banga parlamena Lîbî û ya Fermandarê Giştî yê Artêşa Lîbî Xelîfe Hefter, ku her herêm êdî birêveberekî welêt bibijêre.. Meclisa bajarê Zintanê, erkê çêkirina destûreke nû da ser milê Artêşa Lîbî.

Li gorî Meclisa Zintanê, ev gav weke hewldaneke dawî bo rizgarkirina welêt ji terorê ye û bang li hemû bajar û gelên Lîbyayê kir ku piştgiriyê bidin vê yekê û tiştê mayî ji destê çeteyan derxînin.

Back to top button