Heskîf..Dîroka 12 hezar sal, di bin avê de ma û veguherî cihê gemarê

Di wextekî de ku cîhan tevde li dijî vîrûsa Corona di nava hewldan û têkoşînê de ye, Tirkiye bi taybet, ev rewş weke firset dîtiye û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Hikumeata AKP’ê di vê dema zehmet de, lez daye kirin û binpêkirinên xwe yên li dijî xwezaya Kurdistanê. Piştî çêkirina Bendava Ilisû ya ku Heskîfa dîrokî bin av kir, av biliind bû, pê re jî ew cihê dîrokî veguherî goleke gemarê.

Heskîfa dîrokî ya xwedî 12 hezar sal, di bin Bendava Ilisû de ma û roj bi roj ev devera dîrokî bi destê hikumeta AKP’ê, vediguhere cihekî gemarê.

Ev gemara li ser avê kombûyî, her diçe zêdetir dibe û ji bo paqijkirina wê jî, ti xebat nayên kirin.

Di vê dema ku her der bi tedbîrên li dijî vîrûsa Corona mijûl e, hikumeta AKP’ê ne tedbîran digire ne jî dev ji kirinên xwe yên ku rewşê kambaxtir dike, diqere.

Ji ber gemara kombûyî, masî bandor dibin û bi felaketeke mezin re rû bi rû ne.

Der barê rewşa heyî de, Endamê Koordînasyona Heskîfê Derhêner Alî Ergul, nirxandin kir û anî ziman ku “rewşa niha tê jiyîn, ji hilweşandinê xirabtir e û gola bendavê zindiyan tune dike, ji lew re, divê bi awayekî lezgîn komên gemarê bên komkirin û paqijkirin. Eger ev yek neyê kirin, wê rewş ne baş bibe.”

Back to top button