Li Bakurê Kurdistanê xebatên hilbijartina xwecihî

Li nava Bakurê Kurdistanê, bi DEM Partiyê re, coşa hilbijartina xwecihî berbelav dibe.
Li Şirnex û Qersê Hevserokên DEM Partî Tuncer Bakurhan û Tulay Hatîmogullari bi şahiyan hatin pêşwazîkirin.
Bakirhan got: “Ne Îskender ne jî Parsan nekarîn van çiyayên hûn dibînin derbas bikin. Wê diz qet nekarin.

Li bakurê Kurdistanê xebatên hilbijartina xwecihî di nava atmosferek bicoş de pêk tên.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari bi gelre tê bahev.

Bakirhan ziyaretên xwe yên hilbijartinê li Şirnexê dewam kir.

Bakirhan û şandeya pê re li navçeya Elkê ya Şirnexê û li gundê Bermalê ji hêla partiyiyan ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê bi konvoyekê ber bi navenda navçeyê ve kete rê.

Di rê de bi nîşaneyên serkeftinê û dirûşmên welatiyan hat pêşwazîkirin.

DEM Partiyî li navenda Elkê rastî eleqeyeke mezin hatin û li ber stranan govend hate gerandin.

Tevî hewayê sar jî gelek kesan şande bi alayên DEM Partiyê silav kirin.

Piştre jî namzetên hevşaredariyê Beybûn Aslan û Agît Yîgît gel silav kirin.

Bakirhan: Ne Îskender ne Parsan nekarî van çiyayan derbas bikin, wê diz qet nekarin

Piştre jî Bakirhan gel silav kir û got:

“Em ê di 31’ê Adarê de bersivê bidin vê pergala ku kurdan nas nake.

Ne Îskender ne Persan nekarî van çiyayan derbas bikin, wê diz qet nekarin.

Em ê bi hemû hêza xwe kar bikin.”

Piştî axaftinê, şandeyê qurdele birî û buroya hilbijartinê vekir.

Hatîmogûllari: Em ê bajarên xwe jinûve ava bikin

Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogûllari jî li bajaroka Bazarcix û navçeya Dîgor a Qersê buro vekirin.

Şandeya çû bajaroka Bazarcixê, ji aliyê gel ve bi coş hat pêşwazîkirin.

Hatîmogûllari ya li vir axivî, wiha got:

“Em ê bi gelê xwe yê hêja re bi ciwanan û jinan re bi rê ve bibin.

Divê em baş vêbêjin ku em çima dengê nadin kesên ku li Rojava, li Roboskê û li Dîgorê qetil dikin.”

Hatîmogûllari pişt re derbasî Dîgorê û ji wir jî berê xwe da Qaxizmanê.

DEM Partî ji du baskan ve hevdîtinên bi gel re da destpêkirin

Back to top button