Hilbijartinên sekreteriya giştî ya NATO’yê

NATO ji bo sekreterê giştî hilbijêre ketiye tevgerê.
Gelek welatên endam bi taybetî Amerîka, Îngîlîstan, Almanya û Fransa piştgiriyê didin namzetiya Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte.
Ji bo hilbijartina sekreterên giştî yê NATO’yê pêwîstî lihevkirina 31 welatên endam heye.

Di dawiya meha Cotmehê de erka Jens Stoltenberg ya Sekreteriya Giştî ya NATO’yê bi dawî bû.

Piştî Stoltenberg navê Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte derdikeve pêş.

Amerîka, Îngîlîstan, Almanya û Fransa piştgiriyê didin namzetiya Rûtte.

Rayedarekî Amerîkayê diyar kir ku Biden bi xurtî piştgiriyê dide namzetiya Serokwezîr Rutte û bal kişand ser girîngiya Rutte di NATO’yê de û got:

“Ew ê di vê heyama krîtîk de xizmeta tifaqê bike.” .

Wezareta Derve ya Îngîlîstanê jî piştevaniya xwe bo namzediya Rutte nîşan da û amaje bi wê yekê kir ku di warê parastin û ewlehiyê de xwedî ezmûneke girîng li NATOyê ye.

Piştgirî heye lê hîna lihevkirin tune ye

Di NATO’yê de sekreterên giştî bi lihevkirina 31 welatên endam tên diyarkirin.

Divê endamên ku piştgiriyê nadin jî bên îqnakirin û ev pêvajo bi giştî danûstandinên dijwar ên li pişt perdeyê têne kirin.

Di dema ku dîplomatan agahî parve kirin ku 20 paytextên endam ragihandine ku ew ê piştgiriyê bidin Rutte.

Dîplomatekî din jî diyar kir ku di navbera hemû endaman de hê lihevkirin çênebûye û dibe ku namzetek nû were rojevê.

Pêvajoyeke dijwar li benda kesê ku dê di meha Cotmehê de bibe serokê giştî yê tifaqê.

Rutte, ku di Tîrmeha sala borî de ragihandibû ku ew dev ji siyasetê berdide, ji ber ku danûstandinên koalîsyonê yên piştî hilbijartinên 22’ê Mijdarê yên li Hollandayê hatibûn destpêkirin nekarîn bi dawî bibin, wezîfeya xwe ya serokwezîriya demkî didomîne.

Back to top button