Hiqûqnasên Reqa û Tebqayê: Sûcên dagirkerya Tirk li herêmê sûcên şer in

Ji ber salvegera 4. a êrişên li ser Efrînê, li gelek herêman çalakî hatin li dar xistin, dagirkeriya li Efrînê û bêdengiya navnetewî hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de soza bilindkirina têkoşîna rizgarkirina herêmên dagirkirî hate dayîn.

Sibe 20’ê Çile ye, ango 4. salvegera destpêka êrişên dakirkeriya Tirk li ser Efrînê ye.

Bi vê boneyê îro li gelek deveran çalakî hatin kirin û daxuyanî hatin dayîn..

Yekîtiya Parêzeran û Meclisa Edaletê ya bajarê Reqa û Tebqayê îro bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk û sûcên li Efrînê şermezar kir.

Bi dehan parêzer û endamên meclisê li pêşiyan avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya li Reqayê tevlî daxuyanîyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku sûcên dagikeriya Tirk li Efrînê û giştî herêmê weke sûcên şer e û divê rêjîma Tirk li pêşiya Dadgehên Navnetewî were darizandin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hatin kir ku bi erkên xwe rabin û sûcên dagikeriya Tirk li herêmê rawestînin.

Koçberên Girê Spî jî bi heman armancê daxuyanî da.

Koçberên Girê Spî ên ku li kampa Girê Spî dimînin bêdengiya civaka navdewletî beramberî êriş û sûcên dagikeriya Tirk li Efrînê Şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Efrîn ji destpêka aloziya Sûrî ji bo bi hezaran koçberên Sûrî warekî bi ewle bû, niha jî wlatiyên wê di kampan de koçber in.

Koçberên Girê Spî bang li civaka navdewletî kir ku bi erkên xwe rabe û dawî li dagikerya Efrînê û hemû herêmên sûrî bîne.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê sûcên dewleta Tirk li Efrînê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê jî dagirkina Efrînê û sûcên dewleta Tirk şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî hate kirin ku sûcên dewleta Tirk li Efrînê rawsetînin û dagikeran ji herêmê derxînin.

Partiyên Siyasî li Helebê bang li civaka navnetewî kir ku dawî li dagirkeriya li Efrînê bîne

Li Helebê jî partiyên siyasî yên di bin sîwana MSD’ê de bi heman aramancê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navdewletî bermaberî dagirkirina Efrînê û sûcên dagikeriya Tirk hatin şermezarkirin.

Her wiha bang li NY û Konseya Ewlekariyê hate kirin ku bi rola xwe rabin û helwestek cidî ji bo bidawîkirina dagikeriya li hemû herêmên Sûriyê nîşan bidin.

Back to top button